Fransa 9ê vê mehê civînekê derbarê Sûriyê pêktîne

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ji 22ê Nîsana borî ve û heta niha, li bajarê Helebê 279 kes hatine kuştin.

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevkê Hikûmeta Fransayê Stefan woeful ragehand ku, ew dixwazin derbarê kirîza Sûriyê û rawestandina şerê ku, ji 22ê Nîsana borî li Helebê destpêkirî hevdîtinekê bi Erbistana Siûdiyê, Imarat, Tirkiyê û Qeterê di 9ê vê mehê de re pêkbîne.

Berdevkê Hikûmeta Fransayê Stefan woeful di kongreyekî rojnamevanî de daxwaz ji her yek ji Erbistana Siûdiyê, Imarat, Tirkiyê û Qeterê kir ku, derbarê şerê ku, niha li bajarê Helebê berdewame civînekê di 9ê vê mehê de pêkbîne.

Biryare îro, Encûmena Neteweyên Yekbûyî jî li ser heman babetê civînekê berfireh ji welatên endam pêkbînin.

Ji aliyê xweve jî Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergy Lavreov berî niha ragehandibû ku, danûstandinên wan derbarê agirbestekî li bajarê Helebê ligel Amerîkayê berdewam e.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ji 22ê Nîsana borî ve û heta niha, li bajarê Helebê 279 kes hatine kuştin.