Di rojeva Tirkiyê de rakirina vîzeyê

Heger Encûmen jî biryara erênî bide, di 1ê Tirmehê de dê vîze rabin.

K24-Enqerê

Tirkiye û Ewropayê, li ser şertên rakirina vizeyan ya di 18ê Adara 2016an de di 3êyemîn lûtkeya penaberan de li hev kiribû. Yekîtiya Ewropayê, 72 şert pêşkeşî Tirkiyê kir. Lê Tirkiye hemû şert û merc wekî ku, Yekîtiya Ewropayê xwestibû, pêk ne anî. Lê xalên bingehîn ku, YE, ji Tirkiyê xwestbû, di parlamentoya Tirkiyê de hat qabûlkirin.

Di nav wan şertan de ji bo Yekîtiya Ewropayê 4 şertên giring hene. Ewlehiya dosyayan, koçberî û statûya penaberan, ewlehiya sînor û ewlehiya penaber û gelê Tirkiyê. Di vê çarçoveyê de li Tirkiye, herî dawî yaseya sazkirina Komîsyona Çavkaniya Hêzên Asayîşê hat qabûlkirin.

Derbarê vê mijarê de Mafnas û Siyasetnas Dr. Mustafa Bayram Misir wiha ji K24 re got: "Tirkiyê hemû şert anîne cih. Lê belê ji aliyê sazumankariyê ve amede nîn e. Herwiha ji aliyê mafên bingehîn ve jî kêmasiyên wê hene. Tirkiye şertên derbarê terorê  û penaberan de jî wekî Yekîtiya Ewrıpayê xwestiye ne anî cih."

Komisyona Yekîtiya Ewropayê derbarê rakirina vîzeyan de biryara bi awayekî erênî da. Komîsyonê ragihand ku, Tirkiyê hemû şert neanîne cih, lê belê şertên giring aniye cih. Ji aliyê din ve jî ji ber biryara Yekîtiya Ewropayê hem aktivîst hem akademîsyên hem jî çapemeniya Tirkiyê û ya biyanî şaş û mat man. Ji ber ku, wekî rojanemeyên Financial Times û Daily Telegraph nivîsandibûn ku, Tirkiyê hemû şert û merc ne anîne cih û ji ber vê yekê jî rapor ji aliyê komîsyonê ve dê neyê qabûlkirin. Herwiha biryar çi dibe bila bibe, biryara her dawiyîn dê ji aliyê Encumena Yekîtiya Ewropayê ve bê dayîn.

Derbarê vê mijarê Dr. Cavîdan Soykan  ji K24ê wiha axifî:"Tirkiye, dê tenê li ser kaqizê şertan bîne cih. Lê belê bawer nakim ku Tirkiye bikaribe wan şertan karîger bike. Herwiha Komîsyona Yekîtiya Ewropayê saziyeke siyasî ye. Ji ber vê çendê çareserkirina mijara penaberan qabûl dike. Lê belê Parlamentoya Ewropayê Tirkiyê rexne dike û dê vê raportê qebûl neke."

Hefteya li pêşiya me, rapor dê biçe Parlamentoya Ewropayê. Heger Tirkiyê, ji parlamentoyê ji sedî 55 dengê erênî bigire, rapor diçe ber destê Encûmena Yekîtiya Ewropayê. Herwiha ji parlamentoyê ev rêje derkeve, wekî welatên Kıbrıs, Fransa, Hollanda nikarin vê biryarê veto bikin. Heger Encûmen jî biryara erênî bide, di 1ê Tirmehê de dê vîze rabin.