Li Tirkiyê 16ê Gulanê roja dengdayîna guhertina destûrê ye

Hejmara dengdanê di navbera 330 û 367an de be, dê guhertina destûrê biçe ber destê Serokkomar Erdogan. Erdogan dikare du biryaran bide. Yek jê daxwaza dubarekirina gotûbêjên li ser guhertinê, yek jî biryara referandûmê ye.

K24-Enqerê

Li Tirkiyê niha her kes çaverê ye bo 16ê Gulanê ku, dê li Parlamentoya Tirkiyê dengdayîna guhertina destûrê ya bo rakirina parêzbendiyan pêk were.  Siyasetmedar dibêjin bi vê dengdayinê ji bilî rakirina parêzbendiyan, dê rejima Tirkiyê jî were guhertin.

Li Tirkiyê piştî qebûlkirina pêşniyaza AKPê niha jî her kesek roja 16ê Gulanê çaverê dike. Ji ber ku di wê rojê de, dê guhertina destûrê ya bo rakirina parêzbendiyan were gotûbêjkirin û dengdayînkirin. Siyasetmedar vê dengdayîna li parlamentoyê dê pêk were, wekî dengdayîneke dîrokî dinirxînin ku di encamê de dê, çawaniya rejîma Tirkiyê jî diyar bibe.

Herwiha HDP jî dibêje mesele ne meseleya rakirina parêzbendiyane, jê gelekî wêdetir e û di endama vê darbeyê de rejîma Tirkiyê jî tê guhertin.

Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken di daxuyaniya xwe ya taybet bo Kurdistan24ê de diyar kir ku bi rakirina parêzbendiyan egera fehiskirina parlamentoyê heye û da zanîn ku HDP bê plan û çareserî nîn e.

Derbarê vê mijarê Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken ji K24ê re wiha axifî:"HDP ne bê plan û alternatif e. Lê em ji bo çareseriya li parlamentoyê bi israr in. Lê belê hin kes dixwazin parlamentoyê ji wê rola wê ya ku kêşeyan çareser dike tune nîşan bibe. Heger ev yek were kirin divê em bi gelê xwe re parve bikin. Di rewşeke wiha de, em ê bi gelê xwe re bişêwirin û biryara xwe bidin."

CHPê jî îdia dike ku armanca AKPê ew e ku parlamenteran hêsantir darizîne û bi riya vê dengdayînê armanca AKPê dê derkeve holê ku dixwaze şerekî mezin derxîne.

Murat Emîr Parlamenterê CHPê nerîna xwe wiha anî ziman û got:

"Provaya destûra Serokatiyê tê kirin. Eger heye ku di demên pêş de, referandumeke li ser 2 mijaran pêk were. Ango dibe armanc guhertina rêjeya parlamenteran be. Belkî jî elemeta destpêka şerê di nava AKPê de be."

Heger di dengdayîna 16ê Gulanê de, guhertina destûrê, bi dengên 367 parlamenteran were erêkirin, egera darizandin Parlamenterên HDPê çê dibe. Heger di encamê de, parlamenterên HDPê ji salê zêdetir bi cizayê girtîgehê werin mehkûmkirin, dê li Tirkiyê hilbijartineke navberî pêk were.

Hejmara dengdanê di navbera 330 û 367an de be, dê guhertina destûrê biçe ber destê Serokkomar Erdogan. Erdogan dikare du biryaran bide. Yek jê daxwaza dubarekirina gotûbêjên li ser guhertinê, yek jî biryara referandûmê ye.