Di dawîya vê mehê de Ehmed Dawûdoglu dest ji kar vedikêşe

Bo şûna Dawûdoglu navê Bînalî Yildirim û Bekîr Bozdax derbas dibe.

K24-Navenda Nûçeyan

Encamê civîna Serokomarê Tirkiyê û Serokwezîr diyar bû, ku, AK Partî di dawiya vê mehê de kongreya awarte li dar dixe û Ehmed Dawûdoglu dest ji kar vedikêşe.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan û Serokwezîr Ehmed Dawûdoglu, duh bi awayekê awarte civiyan.

Piştî civînê hat ragehandin, îro Desteya Bilind a Biryar û Rêvebirinê ku, saziya herî bilind a partiyê ye, di bin serokatiya Ehmed Dawûdoglu de dicive.

Piştî civînê dê Dawûdoglu daxuyanî bide û dema kongreya awarte ya partiyê aşkere bike. Tê pêşbînîkirin ku, di dawiya vê mehê de kongre bê darxistin.

Her wiha biryar hate girtin ku, Dawûtoglu di kongreyê de wek namzedê serokatiya partiyê xwe nîşan nede. Bo şûna Dawûdoglu navê Bînalî Yildirim û Bekîr Bozdax derbas dibe.