Li Bakurê pêşketina teknolojiyayê berhemên destkariyê kêm kirine

Ji bilî pêşveçûna teknolojiyê tiştekî din jî heye ku, bandoreke nebaş li ser pîşeyê dike

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ca26b88e-b0f8-4416-ba09-50d5155a61ba/BipesketinaTeknolojiyeGelekPiseJiDestDicin.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Di demên dawî de, bi pêşketina teknolojiyê, berhemên fabrikasyon li şûna berhemên destkariyê digirin.  Êdî bi saya teknolojiya pêşketî, her tişt li febrîqeyan tê çêkirin û bi hêsanî li bazaran belav dibe.  Bi vê yekê eleqeya bo berhemên destkariyê kêm dibin û dawî li gelek pîşeyên zêrîn tê.

Ji van pîşeyan yek jî, çêkirina pêlav/solan e. Hosteyê çêkirina solan, ji rewşa heyî ne razî ye û dibêje niha her kesek berê xwe dide karên fabrikasyon û nanê wan ji dest wan diçe.

İrfan Gerger Hosteyê Solan wiha ji K24ê re got:

"Xort nayên cem me. Ewna hemû tiştên hazir digirin. Yên tên li bal me di temenê me de ne"

Ji bilî pêşveçûna teknolojiyê tiştekî din jî heye ku, bandoreke nebaş li ser pîşeyê dike. Ew jî nebûna wan kesên di vî pîşeyî de kar bikin.

Derbarê vê yekê welatiyekî bi navê Omer baklaci wiha axifî;

"Êdî bo çêkirina solan, karmendên gihiştî nîn e. Herkes berê xwe didin amûrên amadekirî."

Ferhat Tugal wiha nerîna xwe anî ziman:"Bi teknolojiyê, febrîqayên pêşketî û cihêreng hatin avakirin. Êdî tu kes guh nade dirûtinê. Hemû tiştên berê jinav diçe."

Çêkerên Solan di çarçoveya solên fabrîkasyon de têr gilî û gazinc in. Ji ber wan solên arzan yên ku li nava bazarê têne firotin qîymetê wan solên ku bi destan têne çêkirin kêmtir dike. Lewr jî her diçe welatî berê xwe didine wan solên fabrîkasyon û ew solên ku bi desta têne çêkirin kêmtir tên firotin ji ber bûhayê wan. Li gorî çêkerên solan ew her solekê bi 100 lîreyî çêdikin lê hêjayî perekî hê girantirin ew sol.