li Hewlêrê Festîvala Navdewletî ya Ziman û kultûr birêve çû
Ev 14emîn Festîvala Navdewletî ya Ziman û Kultûr e, yekem care jî ku, li Hewlêrê birêve diçe
K24-Hewlêr
li Hewlêrê yemeîn car Festîvala Navdewletî ya Ziman û kultûr hate lidarxistin.
Li Hola Şehîd Seid Abdullah li Hewlêrê cara yekem Festîvala Navdewletî ya Ziman û Kultûr bi piştgiriya Parêzgariya Hewlêrê û Desteya Diyalogê, hate sazkirin.
Di festîvalê de Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî, Endamê Serkirdetiya PDK’ê Dr Roj Nûrî Şawês, Berpirsê Koma PDK’ê li Parlamena Kurdistanê Omîd Xoşnav, Endamê Serkirdetiya Komela Îslamî Şivan Raber, berpirsên hikûmî û îdarî, mamostayên zanîngehan û hejmarek zêde yê mêvanan amade bûn.
Xwendekar ji 15e welatên cûda yên cîhanê zarok û ciwan bi stran û govend û semayên xwe nimayişeke hunerî pêşkêş kirin û nameya aştiyê şandin ji bo serokê 200 welatên cîhanê ku nameyek jî ji Serokê Heêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re jî hate şandin.
Ev 14emîn Festîvala Navdewletî ya Ziman û Kultûr e, yekem care jî ku, li Hewlêrê birêve diçe. Hevdem ligel lidarketina vê festîvalê li Hewlêrê, ev festîval li 30 welatên din jî tê lidarxistin.