Qamişlo: “Na ji bê dengiyê re” dosyekê ji Tirkiyê re amade dike

Di encama operasyona Tirkiyê li ser bajarê Nisêbînê, çend top û guleyên artêşa Tirkiyê bi ser Qamişlo de hatin, ku di encamê de 2 welatiyên Qamişlo canê xwe jidest dabûn. Endamên komîteya kampîna “Na ji bê dengiyê re” binpêkirina artêşa Tirkiyê tomar kirin û ew dosye radestî Encûmena Zagonsaz ya Kantona Cizîrê kirin, da ku bighînin dezgeh û saziyên mafên mirovan û welatên xwedî biryar.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/eb5a57ef-ed2b-45fd-b5bc-f5e552979b2a/be%20dengi-amude.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Di encama operasyona Tirkiyê li ser bajarê Nisêbînê, çend top û guleyên artêşa Tirkiyê bi ser Qamişlo de hatin, ku di encamê de 2 welatiyên Qamişlo canê xwe jidest dabûn. Endamên komîteya kampîna “Na ji bê dengiyê re” binpêkirina artêşa Tirkiyê tomar kirin û ew dosye radestî Encûmena Zagonsaz ya Kantona Cizîrê kirin, da ku bighînin dezgeh û saziyên mafên mirovan û welatên xwedî biryar.  

Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad di vê derbarê de ji K24ê re diyar kir û got: “Em wek rojnemevanên Rojava, me karîbû topbarankirina artêşa Tirkiyê ji tax û sivîlan re û çi kesên birîndar û yên ku jiyana xwe ji dest dane, me bi giştî tomar kirin û me radestî Encûmena Zagonsaz ya Kantona Cizîrê kir, da ku di riya xwe re bigihînin saziyên navnetewî, ji ber dewleta Tirkiyê sînoran derbas dike.” 

Nûnerên Encûmena Zagonsaz, kêfxweşiya xwe derbarê vê kampînê diyar kirin û dan zanîn, ku ew wek saziyeke yasayî, dê bi erkê xwe rabin û kiryarên Tirkiyê bi topbarandina bajarê Nisêbînê û hin ji taxên bajarê qamişlo ji raya giştî re berçav bikin, da ku çareyek ji vê operasyonê re were danîn.

Serokê Encûmena Zagonsaz li Kantona Cizîrê Hekem Xelo jî K24ê axivî û got: “Ev belge û doseya ku rojnemevanan radestî me kirine, em xwe dibînin erkdar ku van belgeyan bighînin saziyên navnetewî yên têkildar, ji ber têkiliyên me bi piraniya sazî û dezgehên civaka sivîl û yên girêdayî mafên mirovan re hene.”Di 3 meha Nîsana borî de, rojnamevanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê dest bi kampînekê di bin navê “Na ji bê dengiyê re” kirin, bi armanca çavdêrî û tomarkirina binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, nemaze topbarankirina hin taxên bajarê Qamişlo, ku ta niha di encama vê topbaranê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan mal û dukanên deverê hatine herifandin.