Wezaret a Saman ên Suriştî rêje ya şandin û dahat a petrolê aşkera dike

Wezaret a Saman ên Suriştî ya Herêm a Kurdistanê di raport a xwe ya mehane de belv kirîye, di dem a mehekê de 15 milyon û 356 hezar bermîl ên petrolê şandine bender a Cîhan a Turkîyayî û beranber a wê rêjeyê jî 376 milyûn û 395 hezar Dolar wek dahat destkevtîye.

K24- Hewlêr

Wezaret a Saman ên Surştî ya hikumet a Herêm a Kurdistanê, raport a xwe ya dawîyê belvkir li ser berhînan a petrolê û firoştin û dahat a wê li meha Nîsan a bur.

Li gor raportê, meh a burî, hikumet a Herêm a Kurdistanê 15 milyon û 356 hezar bermîl ên petrol a xav hinartîye bender a Cîhanî bi rêje ya 511 hezar 888 bermîl rojane.

Hikumet a Herêm a Kurdistanê li beranber firoştin a evê rêje ya petrolê 376 milyon û 395 hezar û 901 Dolar wek dahat destkevtîye, ji evî perey jî 58 milyon û 895 hezar Dola bo kompanya yên derhînan a petrolê bûye.

Ji bilî ev ê yekê jî, karwanek a dî ya petrolê ku rêje ya wê 1 milyon û 25 hezar bermîl bûye, berê pere yên wê hatîye wergirtin, anku ji wê rêjeyê çi pere yên din nahatîye wergirtin.

Her li gor ewê raportê, gelektirîn rêje ya petrol a hatîye şandin li roj a 15yê meh a burî bûye ku têde 530 hezar û 442 û bermîl ên petrolê bûye û roj a 11yê meh a bûrî jî kêmtirîn rêje hatîye şandin ku tenê 393 hezar û 730 bermîl bûne.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1e822576-1b8c-41cc-bacb-52dfd7a1f0d5/OIL%20EXPORTATION.ism/manifest