Li Tirkiyê danûstandin li ser serokatiya AKPê didomin
AKPê destnîşan kir ku, partiya wan bê serok nîn e û Serokkomar Erdogan yê mayinde ye.
K24-Enqerê
Li Tirkiyê, piştî Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji nişka ve biryar da ku dest ji erka xwe berde, nîqaşên li ser Serokatiya partiyê jî dest pê kirin. AKPê destnîşan kir ku, partiya wan bê serok nîn e û Serokkomar Erdogan yê mayinde ye. Muxalefetê îdia kir ku, Serokkomar Erdogan AKPê bi rêve dibe û ev yek jî binpêkirina destûrê ye.
Li Tirkiyê nîqaşa sereke ew e ku, Serokkomar Recep Tayyip Erdogan bi têkilbûna nava AKPê darbeya siyasî pêk aniye.
Lê partiya desthilatdar AKP van îdiayan binecih nabîne û Serokkomar Erdogan jî wekî serok û sembola partiya xwe dibînin.
Derbarê vê mijarê Parlamenterê AKPê Şamil Tayyar ji K24ê re wiha got:"Serokê damezrîner yê vê tevgerê Serokkomar Recep Tayyip Erdogan e. Rê û nexşerêya wê jî ew dikare nîşan bide. Ez ne bawer im ku alîgirê partiyê ji vê yekê dilteng bibe. Di nava partiya me de muxalefetek mimkûn nîn e."
Li aliyê din, muxalefet bi wê îdiayê tevdigere ku, Erdogan, Serokwezîr Davutoglu li pêşiya Serokatiya xwe wekî astengiyekê dît û ji lewra ev operasyona darbeyi pêk anî û dibêje ev darbe nîşaneya wê yekê ye ku kesên li ber Serokkomar serê xwe netewîne dê têkeve çi rewşê.
Derbarê vê babetê Cîgirê Serokê Koma CHPê Engin Altay wiha axifî:"Heger di dema Osmanî de biya, dê bi vê bûyerê serê Davutoglu bihatiya firandin. Yanî heger rêbazên berê li kar biya, em ê biba şahidê wê yekê ku serê Davutoglu çawa tê jêkirin. Baş e ku Komara me heye, serê Davutoglu li cihê xwe ye û ew sax e."
HDP jî dibêje piştî Davutoglu îmzeya xwe danî binê hemû wan sûcên li hemberî mirovahiyê, ew hate şandin û îdia dike ku, bi şandina Davutoglu, Erdogan hemû ew rayeyên din yên wergirt destê xwe ku AKPê, Parlamentoyê, darazê û jiyana civakî bi rêve bibe.
Derbarê vê yekê Cîgirê Serokê Koma HDPê İdris Baluken:"Ev helwest û feraset, di birêvebirina prosesên darbeyî de yên ku mînaka wan nîne berdewam e. Em bi awayekî zelal dibînin ku prosesa darbeyî çawa têkelî nava partiyan dibe û wan bi rêve dibe. Em li pişt vê prosesê, darbeyeke ji aliyê qesrê ve pêk hatiye dibînin."
Ji aliyê din ve, muxalefetê daxwaza Davutoglu ya bo maf helalkirinê jî wekî "Kuştiyê Siyasî" nirxand û diyar kir ku, ji ber Davutoglu xiyanetî dengê 23 mîlyon welatiyan kiriye, ev axaftin pêk aniye.