Asayîşa Qamişlo:Hin kes dixwazin gotgotkan belav bikin
Berî niha li bajarê Qamişlo di encama şerê YPG û alîgirên rejîa Sûriyê li gor Desteya Tendirûstiyê ya Kantona Cizîrê 10 şervanên YPGê û 17 welatiyên sivîl hatin kuştin.
K24-Qamişlo
Serkirdayetiya Asayîşa Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê daxwaz ji welatiyên kir, guh nedin gotgotkan ku, têne kirin armanaca wan gotgotkan tevilheciya bajêr û têkbirina aramiya wê ye.
Duh, li bajarê Qamişlo ji sedema bihîstina dengê guleyan danê kesên ku, serdana navenda bajêr kirbûn, navend bicêhiştibûn.
Derbarê vê mijarê Serkirdayetiya Asayîşa Rojava li bajarê Qamişlo daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku, ew guleyên ku, hatîne avêtin ji aliyê Tirkiyê bû, da zanîn ku, bi ti awayî şerûpevçûn di navbera wan û alîgirên rejîma Sûriyê de çênebûne.
Asayîşê diyarkir ku, hinek alî û kesayetî hene dixwazin tevlhevî û metrisî di nava bajarê Qamişlo de belav bibe, daxwaz ji welatiyan kir ku, rê nedin ew kes bighin armancê xwe û wan gotgotkan bawer nekin.
Berî niha li bajarê Qamişlo di encama şerê YPG û alîgirên rejîa Sûriyê li gor Desteya Tendirûstiyê ya Kantona Cizîrê 10 şervanên YPGê û 17 welatiyên sivîl hatin kuştin.