Kurdek berbijêrê şaredariya Beyrûtê ye
Qonaxa yekem ya hilbijartinên şaredariya Libnanê dest pê kir, Kurdek jî bo şaredariya Beyrûtê xwe berbijêr kiriye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Qonaxa yekem ya hilbijartinên şaredariya Libnanê dest pê kir, Kurdek jî bo şaredariya Beyrûtê xwe berbijêr kiriye.
Hilbijartinên şaredariyê ya Libnanê îro dest pê kir, bo şaredariya Beyrûta paytex jî, Kurdekî bi navê Ednan Umêrat li ser lîsta Serokwezîrê berê Seid Herîrî xwe berbijêr kiriye.
Hilbijartina şaredarên Libnanê di 4 qonaxan de dê bên encamdan, ku dê 2 hezar 124 kursiyên herêmî bo heyama 6 salan bêne hilbijartin.
Girîngiya van hilbijartinan di demekê de ye, ku sedema valahiya kursiya Serokatiya Libnanê du caran heyama palementoyê bi salên 2013 û 2014an hatiye dirêjkirin.