Girtiyên zîndana Hemayê û Rejîma Sûriyê lihev kirin
Girtîgeha Navendî ya Hemayê 210 kîlometreyan ji Şamê dûre.
K24-Navenda Nûçeyan
Rejîma Sûriyê û girtiyên zîndana navendî ya bajarê Hemayê li ser berdana hemû girtiyan li hev kirin.
Derbarê wê lihevhatinê, çalakvan û kesên mafnas ji ajansa Reutrsê re tekez kirin ku, derengiya şeva borî girtiyên zindana Hemayê û rejîma Esed li ser berdana girtiyan bê tomet ku, piraniya wan girtiyên siyasî ne giheştin rêkeftinekê.
Berî niha girtiyên wê zindanê dema ku, rejîma Sûriyê xwestibû, hin girtî veghuze girtîgeha Sêdnaya li Şamê, girtiyan ew yeke qebûl nekir û10 zêrevanên girtîgehê êxsîr kirin.
Ji aliyê xwe ve Rêxstina Mafê Mirovan Human Rights Watch(HRW) raporek belav kirbû, tê de wiha gotibû:"Girtîgeh 800 girtî tê de hene, piraniya wan girtiyên siyasî ne,rewşa wan jî gelek xirabe û ev yeke jî cihê metirsiyê."
Li gor Reutrsê rêkeftin bi alîkariya kesayetên olî hate encamdan.Girtîgeha Navendî ya Hemayê 210 kîlometreyan ji Şamê dûre.