Fransa fişarê dike bo rawestandina şer li Sûriyê

Fransa daxwazê ji Moskoyê dike ku fişarê li ser hikûmeta Sûriyê bike, ji bo rawestandina bombebarankirinê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fransa daxwazê ji Moskoyê dike ku fişarê li ser hikûmeta Sûriyê bike, ji bo rawestandina bombebarankirinê.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Marc Ayraultîro ragihand, ku hikûmeta Sûriyê nexweşxane û kampên penaberan dike armanc, herweha got ku ewê daxwazê ji Moskoyê bikin ku fişarê li ser rêjîma Esed bike, da ku bombebarankirinê rawestîne.

Ayraultîro got jî, ku divê şer raweste û divê danûstandin destpê bikin. Herwiha   hêvî xwest ku  hevdîtnekê bi amadebûna Rûsya û îranê lidar bixe.

Wezîrê Derve yê Fransayê îro li Parîsê digel nûnerên  Amerîka, Brîtanya, Almanya, Îtalya, Siudiye û Qeterê derbarê rewşa Sûriyê de dicive.