CHP: Siyaseta Tirkiyê ya derbarê Sûriyê de têk çûye
Şanda CHP'ê li Kilîsê ragehand, siyaseta hikûmeta Tirkiyê ya derbarê Sûriyê de xelet bû û têk çûye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şanda CHP'ê li Kilîsê ragehand, siyaseta hikûmeta Tirkiyê ya derbarê Sûriyê de xelet bû û têk çûye.
Şanda CHP'ê ya bi serpereştiya Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Oztuk Yilmaz, li bajarê Kilîsê lêkolîn kirin. Yilmaz, encamên lêkolînên xwe bi rojnamevanan re parve kir û got, li bajar koçberî destpêkiriye û eger wiha berdewam bike kes li bajêr namîne.
Yilmaz da zanîn, dikan, kargeh û dibistan girtîne û kes ji malên xwe dernakevin û her wiha got, siyaseta Tirkiyê ya derbarê Sûriyê de ji serî heta binî xelet bû û têk çûye.
Yilmaz da xuyakirin, Kilîs di bin metersiyek mezin de ye, lê xema ti kesî nîne û bang li hikûmetê kir ku, Kilîs ne bajarek Sûriyê ye, bajarê Tirkiyê ye.