Di heyama 5 salan de 90 hezar leşkerên Sûriyê hatine kuştin
Aşkere kir ku, rejîma wî welatî pêbendîyê bi ti agirbestan nake.
K24-Navenda Nûçeyan
Nûnerê Amerîkayê bo Hevpeymaniya Navdewletî Brett Macgork ragehand ku, di hundirê pênc salan de rejîma Sûriyê di şerê xwe yê li dijî opozîsyonê û Cebhet El-Nûsrayê de, 90 hezar leşkerên xwe ji dest daye.
Derbarê vê mijarê Nûnerê Amerîkayê bo Hevpeymaniya Navdewletî Brett Macgork di hevpeyvîna xwe de ligel Tilevizyona Amerîkayê ya giştî wiha got:"Têkçûnên rejîma Sûriyê yên mezin bûn egra destewerdana Rûsyayê di wî welatî de.
Macgork da zanîn ku, di hundirê pênc salan de rejîma Sûriyê di şerê xwe yê li dijî opozîsyonê û Cebhet El-Nûsrayê de, 90 hezar leşkerên xwe ji dest daye.Aşkere kir ku, rejîma wî welatî pêbendî bi ti agirbestan nake.
Macgork amaje bi kontirolkirina bajarê Mûsilê berî bidawîbûna Serokatiya Barak Obama kir.