Agirbesta Helebê hate dirêj kirin
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan, di heyama 13e rojên şer li bajarê Helebê 275 kes hatin kuştin.
K24-Navenda Nûçeyan
Artêşa Sûriyê agirbesta bajarê Helebê û parêzgeha Laziqiyê bo du rojên din dirêj kir.
Derbarê dirêjkirina agirbestê ajansa fermî ya Sûriyê SANA daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku, serkirdayetiya giştî ya Artêşa Sûriyê agirbesta bajarê Helebê û parêzgeha Laziqiyê bo du rojên din dirêj kir.
Di 4ê vê mehê de, her yek ji Amerîka û Rûsyayê li ser agirbesteke demikî li bajarê Helebê û Laziqiyê lihev kirbûn, ji wê demê û heta niha agirbest berdewame.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan, di heyama 13e rojên şer li bajarê Helebê 275 kes hatin kuştin.