Îlham Ehmed û Sînem Mihmed serdana Amerîkayê dikin
Tê çaverê kirin ku, rewşa Sûriyê bi Giştî û sîstema Fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê babetên serke yên civînên her du berpirsan bin.
K24-Navenda Nûçeyan
Hevseroka Encûmena Sûriyê ya Demokratîk(ESD) û Nûnera Rêveberiya Xweser li Ewropayê bi armanca çend hevdîtinan serdana Amerîkayê kirin.
Li gor agahiyên K24ê, her yek ji Hevseroka Encûmena Sûriyê ya Demokratîk(ESD)Îlham Ehmed û Nûnera Rêveberiya Xweser li Ewropayê Sînem Mihmed biarmanca hevdîtinan bi rayedarên wî welatî re pêk bînin serdana Amerîkayê kirin.
Tê çaverê kirin ku, rewşa Sûriyê bi Giştî û sîstema Fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê babetên serke yên civînên her du berpirsan bin.
Rêveberiya Xweser û alîgirên wê, di 17ê Adara borî de sîstema fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê ragehandibûn.