Zarokekî Hewlêrî li nexweşxaneyeke Stenbol girtî maye

Ayman Îbrahîm zarokekî Hewlêrî ye û ji 12 meha Gulanê ve li nexweşxaneyeke Stenbolê bi tena serê xwe dîl maye.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Sê meh berê zarokekî bi navê Ayman Îbrahîm ku 14 salî ye ji Hewlerê ligel bavê xwe tê Stenbolê. Bavê zarok wî radesî qaçaxçiyan dike da ku bişîne Elmanyayê cem diya wî. Lê Ayman her cara radestî qaçaxçiyan tê kirin li ser sînoran nexweş dikeve. Niha jî ji 12 meha Gulanê ve li nexweşxaneyeke Stenbolê bi tena serê xwe dîl maye. Ji ber deynê 6 hezar dolaran nikare ji nxweşxaneyê xwe rizgar bike. Ayman û diya wî Sara Xan bangê dikin da ku hin kes bi hawara wan ve werin.

Ayman Îbrahîmê 14 salî ku ji paytexta Kurdistanê Hewlêrê ye, 3 meh berê bi boneya ku biçe Almanyayê cem diya xwe ligel bavê xwe didin rê û tên Stenbolê. Bavê Ayman wî li Stenbolê radestî qaçaxçiyan dike û dişîne Edîrneyê. Eyman li Edîrneyê ditirse û nexweş dikeve. Li wê derê bo nexweşxaneyê tê rakirin. Piştî tê dermankirin, ji wir careke din Ayman vedigere Stenbolê. Vê carê bavê Ayman wî radestî malbateke Kurd dike ku ew ê jî bi rêya qaçaxî di ser deryayê re biçin Yewnanîstanê. Ayman vê carê jî li ser deryaya bajarê Îzmîrê ditirse û metirsî lê peyda dibe û dîsa nexweş dikeve. Piştî li îzmirê jî tê dermankirin careke din vedigere Stenbolê û li vir jî du caran li nexweşxneyên cuda dimîne. Penaberê Kurd Ayman Îbrahimê 14 salî ku nexweşîna şekir pê re heye, herî dawîn ji 12 meha Gulanê ve jî li nexweşxaneya Sadî Konut ya Bakiroya Stenbolê bi tena serê maye bê kes û bê xwedî. Ayman bi rêya medya civakî dixwaze dengê xwe bigihîne raya giştî da wî ji nexweşxaneyê rizgar bikin.

Ayman Îbrahîm ji K24ê re got: “Dozê li hikûmeta Herêma Kurdistanê, xêrxwazan dikim, ez li nexweşxaneyek Tirkiyê girtî mame û nahêlin biçim derve, doza pereyekî zêde dikin, lê ew pereyê min nîn e.”

Ayman Îbrahîm eger derfet hebe dixwaze biçe Almanya cem diya xwe. Lê jiber tecrûbe kiriye û dizane nikare biçe Almanya dixwaze ew ji wê nexweşxaneyê bê rizgarkirin û vegere Kurdistanê.

Ayman Îbrahîm dibêje: “Ez ligel bavê xwe hatim, bavê min ez radestî malbatekê kirim. Dû caran nexweş ketim lê ji min pere nexwetin li nexweşxaneyê. Niha ev der pereyek zor dixwaze ji min. Diya min nikare were ew li Elmanyaye, lê eger bavê min were ew jî nizanim tê yan jî nayê. Ez bi tenê nikarim bimînim li Tirkyê wê polîs min bigirin, dive ez vegerim Kurdistanê.”

Nûnerê Federsayona Seranserî Penaberên Iraqî li Tirkiye Hîwa Xidir ku li ser daxwaza diya Ayman pê re eleqedar bûye dibêje; eger ew 6 hezar dolarên ku ji Ayman tê xwestin bê dayîn jî heta dê an jî bav neyê Tirkiyê nexweşxane Ayman radestî tû kesî nake. Ev berpirsiyarî ya bavê Ayman e, nabe zarokekî 14 salî bi tena serê xwe li welatekî xerîb bê hiştin.

Nûnerê Federsayona Seranserî Penaberên Iraqî Hîwa Xidir ji K24ê re got: “Diya Ayman ligel min kete pêywendiyê ku em çareyekê ji bo Ayman peyda bikin ku ev 3 meh in li vir li Tirkiyê bi tena serê xwe maye. Bavê vî zarokî wî radestî qaçaxçiyan dike. Ev zarok li sînorê Edîrne nexweş dikeve. Carek jî li serya îzmîrê nexweş dikeve. Dû sê caran wî radikin nexweşxaneyê ji ber ku nexweşîna şekir pêre heye. Barîdox û tendûristiya vî zarokî têk çûye. Berpirsiyarê vê yekê jî bavê wî ye. Yek çare heye divê bavê wî were Tirkiyê û Ayman ji nexweşxaneyê rizgar bike.”

Sara Xan dayika penaberê Kurd yê 14 salî Ayman Îbrahîmê ku li welatekî xerîbiyê bi tena serê xwe maye, bo Kurdistan 24ê bi rêya telefonê axivî û diyar kir, ew derbarê jiyana Ayman de di metirsiyê de ye bangê dike da li Ayman xwedî bê derketin. Sara Xan dide zanîn Ayman hîna gelekî biçûk e, ew nexweş e û pêdiviya wî bi malbatê heye. Banga wê ew e ku, xêrxwaz kurê wê ji wê nexweşxaneyê rizgar bikin û bişînin cem wê Almanyayê yan jî Kurdistanê.