Koşka Şîrîn: Sembola evîna Xesrew û Şîrînê piştî 1800 salan hîn zindî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Şîrîn ku wekî 'Îmareta Xesrew' jî tê naskirin, yek ji şûnwarên herî dêrîn û navdar ên Rojhilatê Kurdistanê ye. Ev koşk dikeve navçeya Qesra Şîrîn a ser bi parêzgeha Kirmaşanê û çîrokeke evînê ya mezin di hemêza xwe de hildigire.

Koşka Şîrîn dikeve tenîşta rûbarê Elwen û li ser rêya deriyê sînorî yê Perwîzxanê ye. Li gorî çavkaniyên dîrokî, ev koşk ji aliyê "Xesrew Perwîz", dawîn împaratorê Sasaniyan ve ji bo evîndara wî "Şîrîn" hatiye avakirin.

Dîroka 1800 Salî

Şûnwarnas Dr. Şaram Parse ji Kurdistan24ê re diyar kir, dîroka avakirina vê koşkê vedigere nêzîkî 1800 sal berê. Herwiha got: "Ev koşk bi fermana Xesrew Perwîzê Sasanî ji bo Şîrînê hatiye çêkirin ku evîndar û hevjîna wî bûye."

Taybetmendiyên Mîmarî

Avahiya koşkê li ser rûberekî berfireh ê 28 hezar metre çargoşe hatiye avakirin. Dirêjahiya wê 284 metre û firehiya wê jî 98 metre ye.

Koşk ji du beşên sereke pêk dihat:

1- Hola Pêşwaziyê: Ji bo pêşwazîkirina mêvanan.

2- Hola Taybet: Ji bo mêvandarî û rûniştinê.

Li pişt koşkê jî gelek korîdorên dirêj û bi dehan jûr hebûn. Derdora koşkê bi hicreyan dorpêçkirî bû ku ji bo embarên xwarinê û stewlayên hespan dihatin bikaranîn.

Materyalên Avakirinê

Diwarên koşkê gelekî stûr in û ji kevir û gêç hatine çêkirin. Tevî ku di nava sedsalan de banê avahiyê hilweşiyaye, lê dîwarên wê yên qayîm hîn jî li ser piyan mane.

Nîlûfer Keremî ku rûniştvana Qesra Şîrîn e dibêje: "Her xişt û dîwarekî vê koşkê, çîroka evîna kûr a navbera Xesrew û Şîrînê di nava xwe de parastiye."

Tomarkirina di Lîsteya Şûnwarên Niştimanî de

Ev şûnwar di sala 1931an de (beriya 95 salan) ketiye lîsteya şûnwarên niştimanî yên Îranê. Heta niha 7 caran kolandinên arkeolojîk ji aliyê tîmên pispor ve lê hatine kirin. Pispor dibêjin, tiştê ku li ser erdê tê dîtin tenê ji %40ê avahiya rastîn e û hîn beşeke mezin di bin axê de veşartî maye.