Li Mêrdînê êrîş: 5 leşker birîndarûn
Piştî êrişê, Artêşa Tirkiyê li herêmê dest bi operasyonê kir.
K24-Navenda Nûçeyan
Li navçeya Mîdyada Mêrdînê, êrişek bombeyî hemberî otombêla serbazî pêk hat,di encamê de 5 serbaz birîndar bûn.
Îro, di demjimêrên nîvroyê de, li ser rêya Mîdyad û Hezexê, bombeya ku berê di rê de hatibû bicihkirin, di dema derbasbûna otombêleke zirxpoş de hat teqandin.
Li gorî agahiyên destpêkê, 5 serbazên ku di otombêlê de bûn birîndar bûn. Birîndar bi ambulansan veguhestin nexweşxaneyên Mîdyadê.
Hat ragehandin, piştî êrişê, artêşa Tirkiyê li herêmê dest bi operasyonê kir.