HRW: Artêşa Tirkiye penaberên Sûrî gulebaran dike
Artêşa Tirkiyê li ser sînorê bi Sûriyê re, penaberên ku dixwazin derbasî Tirkiyê bibin, gulebaran dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê li ser sînorê bi Sûriyê re, penaberên ku dixwazin derbasî Tirkiyê bibin, gulebaran dike.
Rêxistina Human Rights Watch (HRW). Îro di daxuyaniyekê de ragihand, leşkerên Tirkiyê li ser sînorê bi Tirkiyê re, penaberên ku dixwazin derbasî wî welatî bibin, gulebaran dike. Herwiha HRW daxwaza vekirina lêkolînekê di vê derbarê de jî kir.
ji 21 Nîsanê ve, rêjîma Sûriyê bajarê Helebê topbaran dike, ji encamê de bêhtir ji 275 kesan canê jidest dan û zêdetirî 500 kesên din jî birîndar bûn. herwiha gelek xelk ji Helebê derketin û berên xwe dan sînorê Tirkiyê.
Di 4ê vê mehê de, her yek ji Amerîka û Rûsyayê li ser agirbesteke demkî li bajarê Helebê û Laziqiyê lihev kirbûn, ji wê demê û heta niha agirbest berdewam e.
Herwiha HRW di rapora xwe de amaje kir, ku meha Nîsanê de artêşa Tirkiyê hin Sûrî li ser sînorê Tirkiyê gulebaran kirin, di encamê de 5 kesan canê xwe jidest dan û 14 din jî birîndar bûn.