Di teqîna Diyarbekirê de 3 sivîlan canê xwe jidest dan

Li taxa Batikentê ya Diyarbekirê, li ber baregeha Galîp Deniz, otombîleke bombebarkiri hat teqandin û di encamê de jî 12 endamên hêzên ewlehiya Tirk û 33 kesên sivîl birîndar bûne û 3 kesên sivîl li nexweşxaneyê canê xwe jidest dane.

K24 – Diyarbekir

Li gor agahiyên destpêkê, otombîlek ji aliyê xwekujekî ve di dema ku servîsa hêzên ewlehiya Tirk derbas dibûn de, hatiye teqandin.

Li gor agahiyên ku parêzgariya Diyarbekirê belav kirine jî, 12 endamên hêzên ewlehiya Tirk û 33 kesên sivîl birîndar bûne û 3 kesên sivîl li nexweşxaneyê canê xwe jidest dane.

Dengê teqînê, li seranserê bajêr hat bihistin û ziyaneke mezin li avahiyên nêzîkî bûyerê jî pêkhatin. Piştî teqînê, bi dehan ambûlansan birîndar ji bo nexweşxaneyan veguhastin. 

Bûyer hêj ji ti aliyekî ve nehatiye serxweve girtin. Li ciyê bûyerê, lêkolîn û lêpirsîn didomin.