Sancar: Kurd Berpirsên Dabeşbûyîna Tirkiyê Nîn in
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdînê Prof.Dr. Mîthat Sancar, li Diyarbekirê beşdarî gotbêja ku bi mebesta pîrozbahiya roja Dermansazan hatibû lidarxistin bû. Sancar di civîna gotebêjê de, li ser rewşa niha ya Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê, çêkirina makezagoneke nû û çareseriya pirsa Kurd û demokrasiyê li Tirkiyeyê gotaran pêşkêş kir.

K24 – Diyarbekir
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdînê Prof.Dr. Mîthat Sancar, li Diyarbekirê beşdarî gotbêja ku bi mebesta pîrozbahiya roja Dermansazan hatibû lidarxistin bû. Sancar di civîna gotebêjê de, li ser rewşa niha ya Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, çêkirina makezagoneke nû û çareseriya pirsa Kurd û demokrasiyê li Tirkiyeyê gotaran pêşkêş kir.
Parlamenterê HDPê diyar kir ku, ji bo sazûman kirina demokrasiyê û garantî kirina mafên hemû cudarengên civakî, li Tirkiyeyê, pêwistî bi destûreke nû heye ku tê de, pergala parlamenterî û federalî pêkve hûnandî be. Sancar dazanîn ku, Partiyên Opozisyonê CHP û MHP çêkirina destûreke nû napejirînin. Lê HDP û AKP jî, qesta 2 destûrên nû yên jihev cuda dikin. ji ber vê yekê jî lihev kirinekî hevbeş zehmet e û anî ziman ku, ger ev tişt nebe jî, tiştê ciyewaz ew e ku, bi awayên şaristanî jihev cûdabûn çêbibe, lê ew tişt jî li Rojhilata Naverast ne guncav e.
Mîthat Sancar, balkişand ku, niha li Tirkiyeyê, civakeke bi hevre di hevrikiyê de heye û çareserî jî, bipêşxistina demorkasiyê ye. Disa diyar kir ku ew daxwaza yekser mayîna Tirkiyeke demokratîk dikin, lê ger ku cûdabûyîn, ango dabeş bûyîn li Anatoliya û Mezopotamyayê çêbibe jî berpirsê wî Kurd nîn in. Ji ber ku rêya siyasetê her diçe zêdetir li pêşiya siyaseta Kurdan tê xitmandin.
Prof.Dr. Mîthat Sancar, li ser hûqûnasî û siyasetê, li zaningeha Ankarayê akademisyen e.