Di rojeva Tirkiyê de aloziya rêveberiyê
Li gorî dîrokzanan rewşa îro ya ku, di nav beyna Davutoglu û Erdogan de rû daye û pirsgirêkên di parve kirina pergalaTirkiyê de dişibe heman rewşa berî niha ku, bi 79 salan qewimî ye.
K24-Enqerê
Nîqaşên li ser vekişîna Ahmet Davutoglu, hêz û desthilata mirovekî ya di siyasetaTirkiyê de, awayê rêveberiyê, pergala serokatiyê yan jî nîv serokatîya nî Serokkomarekî Partiyî, jiTirkiyê re kîjan ji van rêbazan gûncaw in her berdewam in.
Tirkiye bi rojan e li ser sedemên vekişîna Davutoglu, bêserûberî û aloziya di pergalarê ve beriya hikûmetê de radiweste. Her çiqas ew deng û daxuyaniyên derbarê neparçe bûn, hevgirtîbûn û yekîtiyê jinava AK Partiyê bilind bibin jî, mudaxele û nexwestina serokwezîrekî xurt hem di nava parlamentoyê de hem jî di nava civakê de rê liber şik û gumanên mezin vedike.
Ji bilî guherandina pergalê ya parlamenterî û rejima sekûler, niha jî mijara nîvserokatiyê yanî bi şêwaza AK Partiyê û Erdogan "serokkomarekîpartiyî" kete rojevaTirkiyê. MHP ne dinavê de CHP û HDP di her fersendê balê dikişînin ser xetereya van awayên rêveberiyan û awayê nîqaşên wê, lê di siyasetaTirkiyê de bang û balkişandina wan her bê bandor dimîne.
ParlamenterêCHPê Kazim Arslan wiha ji K24ê re got:
"BidestêAKPêbingehapergalaserokatiyêtêçêkirin. Serokwezîrekî li gorî dil û daxwaza Erdogan tê xwestin. Ew kesê ku, bibe serokwezîr divê ji pergala serokatiyê re bibêje erê û ji bin fermana Erdogan dernekeve. Divê serdema ku, li welêt alozî heye,aştiya navxweyî xera bûye, her roj mirov têne kuştin û aborî berovajî diçe de, ne tiştekî dirûste ku em rabin bidarê zorê pergala serokatiyê bidin nîqaşkirin."Li gorî hiqûqnasan siyasetmedar rêveberiyan her li gorî desthilata xwe saz dikin. Sedema wê yekê jî tirsa "parçebûnahêzê" ye. Lewre jî di rêveberiyan de bêserûberî pêk tên. Serokkomarê berê yêTirkiyê Suleyman Demîrel jî di her fersendê de bi bîrdianî ew gotina navdar ya ronakbîr Thomas Hobbesê Îngîlîz ya derbarê "Divê desthilat tu caran parçe nebe."Bi boçûna siyasetmedar û hiqûqnasan Erdogan jî niha heman rêbazê bikartîne.
Hiqûqnas Medenî Ayhan wiha axifî: "Niha di bêjin dema ku, serokwezîr û serokkomar biqewet be pergal nameşe. Ji vê jî tê famkirin wê mirovekî bêînsiyatîf û bê mecal bikin serokwezîr."
Her daîmserêTirkiyê bidesthilata mirovekî êşiyaye û gelek caran bûye cihê nîqaşê. Her çiqas Davutoglu ji aliyê gel ve hatibe hilbijartin jî wekî ku, wî jî ragihand vekişîna wî ya ji ser erkê serokweziriyê ne bixwestek û tesserûfa wî pêkhatiye. Li gorî siyasetmedaran Erdogan ew ji ser kar xistiye. Lewre di dîroka Komara Tirkiyê de di demên borî jî,di encama rûdanên li ser hevbeşiya desthilatê de arîşe pêk hatine.Di sala 1937an de rojekê Îsmet Înonû wek serokwezîrekî li trêna Ataturk siwar dibe lê bi ten ê wek parlamenterekî ji wê trênê peya dibe.Yanî ji aliyêAtaturk ve ew ji erka xwe tê xistin. Li gorî dîrokzanan rewşa îro ya ku, di nav beyna Davutoglu û Erdogan de rû daye û pirsgirêkên di parve kirina pergalaTirkiyê de dişibe heman rewşa berî niha ku, bi 79 salan qewimî ye.