Di slala 2015an de 8 milyon û 600 hezar kes penaberbûne

IDMC amaje bi wê yekê jî kir ku, yek ji sedemên penaberiyên jî DAIŞ e.

 

K24-Navenda  Nûçeyan

 Saziya Çavdêriya Rewşa Penaberiyê(IDMC) ya ser bi Encûmena Norwecê î ya penaberan(NRC) ragehand ku, 8 milyon û 600 hezar di sala 2015an de ji cihûmalên xwe penaberbûne.

Derbarê vê amarê  Saziya Çavdêriya Rewşa Penaberiyê(IDMC) ya ser bi Encûmena Nerwicî ya penaberan(NRC)  raporek belav kir, tê wiha gitbû: "Ji ber şerûpevçûnên cor bicor 8 milyon û 600 hezar kes di sala 2015an de  penaberbûne."

Li gor amarên wê rêxistinê hejmara wan penaberan di sala par de digel yên ku beriya niha hatine tomarkirin, gihişte zêditrî 40 miylon penaberî.

li gor Sekreterê Giştî yê Encûmena Norwecê ya Penaberan di dîrokê de hejmara herî zêde par hat tomarkirin.

IDMC amaje bi wê yekê jî kir ku, yek ji sedemên penaberiyên jî  DAIŞ e.