Erdogan: Me 3ê hezar çekdarên DAIŞê kuştine

Berî niha Erdogan ragehandibû ku, ew di şerê li djî DAIŞê bi tenê mane û kes alîkariya wan nake.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan ragehand ku, welatê wî 3ê hezar çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê kuştine.

Derbarê vê babetê Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan di hevpeyvînekê xwe de ligel kovareke Tirî wiha got: "Ti welatên din wekî Tirkiyê şerê çekdarên DAIŞê nakin, welatê me heta 3ê hezar çekdarên wê rêxistinê kuştine."

Erdogan da zanîn ku, pêwîstiya welatê wî di şerê li dijî DAIŞê bi harîkariya hevpeymaniya navdewletî heye, daku, rêgiriyê li pêşiya çekdarên DAIŞê ku, derbasî Sûriyê bibin bigre.

Berî niha Erdogan ragehandibû ku, ew di şerê li djî DAIŞê bi tenê mane û kes alîkariya wan nake.

Erdogan di hevdîtina xwe de amaje bi êrîşên DAIŞê li ser bajarokê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê kir, ku ew bajarok rojane rastî roketên wê rêxistinê dibe.