Rûsya û Amerîka huşdarî dan aliyên şer li Sûriyê
Di 4ê vê mehê de Amerîka û Rûsyayê li ser agirbesta bajarê Helebê û Parêzgeha Laziqiyê lihev kiribûn.
K24- Navenda Nûçeyan
Her yek ji Amerîka û Rûsyayê daxwaz ji aliyên şer li Sûriyê kirin ku, êrîşî welatiyên sivîl û jêrxaneya wî welatî nekirn.
Derbarê vê mijarê de ajansa Sputînk a Rûsyayê di nûçeyeka xwe de tekez kir ku, her yek ji Amerîka û Rûsya daxuyaniyek hevbeş belav kirine, tê de bang li aliyên şerê li Sûriyê kirine, êrişî sivîlan nekin.
Herwiha dezgehên sivîl jî nekin armanca xwe.
Her di heman daxuyaniyê de her du welatên zilhêz pêbendiya xwe bi agirbesta Sûriyê jî nîşan dan, tekez kirin ku, ew dê hawlên xwe bikin daku ew agirbest bidome.
Di 4ê vê mehê de Amerîka û Rûsyayê li ser agirbesta bajarê Helebê û Parêzgeha Laziqiyê lihev kiribûn.