Zêdtir ji Heftîyekê ye dû bîr ên petrolê her dişewite

Ew dû bîr ên petrolê ew ên heftî ya burî hatin teqandin hêj agirê berbûye ewan dû bîran nehatîye vemirandin. Endamek ê komîte ya petrol û wizeyê di civat a parêzgeh a Kerkûkê jî dibêje, rojane çar hezar bermîl ên petrolê belaş diçe.

K24- Kerkûk

Hefîyeke diburît bi ser teqîn a herdû bîr ên petrolê yên hijmare 18 û 33 li bîyav a xebaze, li Kerkûkê, lê heya niha agir în wan dû bîran nehatîye vemirandin.

Fûad Husên endame ê komîte ya petrol û wizeyê di civat a parêzgeh a Kerkûkê aşkera kir ku rojane bi eger a şewtandin a ewan dû bîr ên petrolê 4000 bermîl ên petrolê belaş diçe û zîyanek a mezin a abûrî digehîne welat ev ji blî zîyan a jînegeh a bajar ê Kerkûkê.

 Pêşbînî jî dihê kirn ku vemirandin a agirî çend heftî yên din vekşe.