Tirkiyê amarên kuştiyên Endamên PKKê ragehand
Sererkaniya Tirkiyê dazanî ku, 641 endamên PKKê jî, di vê demê de xwe radestê hêzên ewlekariyê kirine.
K24-Navenda Nûçeyan
Sererkaniya Tirkiyê ragehand ku, di heyama 9 mehan de ji 4 hezar û 500 endamên PKKê hatine kuştin û 700 kesên din jî hatine birîndar kirin.
Sererkaniya Tirkiyê, encamê şerê di navbera PKKê û Artêşa Tirkiyê de piştî êrişa asmanî ya 22ê Tîrmehê aşkere kirin.
Serekraniyê ragehand, ji wê demê ve 6 hezar 623 endamên PKKê hatine bêbandor kirin.
Sererkaniyê da xuyakirin, 4 hezar û 571 endamên PKKê hatine kuştin, 695 kes hatine birîndar kirin û 716 kes jî hatine girtin.
Sererkaniya Tirkiyê dazanî ku, 641 endamên PKKê jî, di vê demê de xwe radestê hêzên ewlekariyê kirine.