Rejîma Sûriyê ji sedî 93ê agirbet bin pê kirye
Tora Sûrî ya Mafê Mirovan aşkere kir ku, rejîma Sûriyê bi berdewamî rêgirî li pêşiya gihandina alîkariyan bo navçeyên dorpêçkirî girtiye.
K24-Navenda Nûçeyan
Tora Sûrî ya mafên Mirovan ragehand ku, ji sedî 93 rejîma Sûriyê û alîgirên wê agirbesta li wî welatî bin pê kirye.
Derbarê rêjeya bin pê kirina agirbesta Sûriyê Tora Sûrî ya Mafên Mirovan raporek belav kir têde, bin pê kirina agirbesta li Sûriyê hatî ragehandin, di gera yekem a danûstandinên Cenêv3 aşkere kir, li gor raporê, rejîma Sûriyê û Rûsyayê ji sedî 93ê ew agirbest bin pê kirine.
Herwiha Li gor raporê jî rêjeya armanckirina sivîlan û dezgehên medenî herwiha rêjeya girtina welatiyan, bi taybet kesên ku, di bin êşkenceyê de dihatin kuştin zêdebûye.
Tora Sûrî ya Mafê Mirovan aşkere kir ku, rejîma Sûriyê bi berdewamî rêgirî li pêşiya gihandina alîkariyan bo navçeyên dorpêçkirî digrtiye.