Turkîyayê ûmêde nemaye bibe endam di yekêtî ya Ewrûpayê de
wezîr ê karûbar Ewrûpayê di hikumet a Turkîya de ragehand: Enqere ûmêd nemeye bibe endam di Yekêtî ya Ewrûpayî de.
K24- Hewlêr
wezîr ê karûbar Ewrûpayê di hikumet a Turkîya de ragehand: Enqere ûmêd nemeye bibe endam di Yekêtî ya Ewrûpayî de.
Volkan Bozkîr, wezîr ê karûbar ê Ewrûpayê di hikumet a Turkîyayê de bi kanal a BBC ragehand: Enqereyê hind ûmêd nemaye ku welat ên Ewrûpayê bi êwilin ku merc ê wergirtin a Vîze ya Şingin li ser hevwelatî yên Turkîyayê birakin û Turkîya bibe endam di Yekêtîyê de ev jî wek pişkek bû ji wê rêkevtin a di navber a Yekêtî ya Ewrûpayê û Turkîya de bo çareserkirin atengije ya penaberan li Ewrûpa.
Bozkîr, amaje bo wê yekê kir ku Turkîya guhertinan di yasa ya dije tîrorê de nake, ev jî yek ji daxwazî yên Yekêtî ya Ewrûpayê bo Turkîyayê.
Yekêtî ya Ewrûpayê tekez li ser ewê yekê dike ku divê Turkîya pênase ya tîrorê rûhintir bike û car merc ên din jî raçav bike dakû hevwelatî yên Turkîyayê bikarin bê vîze serdan a Ewrûpayê bikin.