20 leşkerên Îranî li bakurê Helebê hatin kuştin
Di şer û pevçûnên bakurê Helebê de, 20 leşkerên Îranî yên bi rêjîmê re şerê opozîsyona Sûriyê dikin, hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di şer û pevçûnên bakurê Helebê de, 20 leşkerên Îranî yên bi rêjîmê re şerê opozîsyona Sûriyê dikin, hatin kuştin.
Rawengeha Sûrî ya Mafên Mirovan raghand, ku di şer û pevçûnên îro yên li kampa hindrat li bakurê Helebê di navbera opozîsyon ji aliyekî û artêşa Sûriyê û leşkerên Îranî de 20 leşkerên Îranî hatin kuştin.
Ajansa “Fars” ya îranî di 7 Gulanê de belav kir, 13 şêwirmendên leşkerî yên îranê di şerê başûrê Helebê de li Xantomanê canê xwe jidest dan û 21 endamên din birîndar bûn.
Ji 21 Nîsanê ve, rêjîma Sûriyê dest bi operesyonan li Helebê kiriye, ku heta niha bêhtir ji 275 kesî canê xwe jidest dane û bêhtir ji hezar û 500 kes birîndar in.
Tevî di 4ê vê mehê de, her yek ji Amerîka û Rûsyayê li ser agirbesteke demikî li bajarê Helebê û Laziqiyê ragihandibûn. Lê Tora Sûrî ya mafên Mirovan ragehand ku, ji sedî 93 rejîma Sûriyê û alîgirên wê agirbesta li wî welatî bin pê kiriye.