Eşîreyên Kurd û Ereb daxwaza vekirina deriyê Sîmalka dikin

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hejmarek ji êl û eşîretên deverê ji Kurd û Ereban bi armanca yekrêziya pêkhateyên li herêma Cizîrê û daxwaza vekirina deriyê sînorî Sêmalka civatek lidar ket.

K24 – Heseke

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hejmarek ji êl û eşîretên deverê ji Kurd û Ereban bi armanca yekrêziya pêkhateyên li herêma Cizîrê û daxwaza vekirina deriyê sînorî Sêmalka civatek lidar ket.

Peyamnêrê K24ê li Hesekê ragihand, ku hejmarek ji êl û eşîretên Hesekê ji Kurd û Ereban civatek lidar xistin, tê de tekezî li ser yekrêziya pêkhateyên li herêma Cizîrê dijîn û belavkirina çanda lêborîn û bexşandinê di nav xelkên deverê de, herwiha rawestandina şer û fişara li ser gelê herêmê bi tevayî kirin.

Herwiha di derbarê girtina deriyê sînorî di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, herwiha rewşa xelkên Rojavayê Kurdistanê ketiye metirsiyê de, banga Serokê Herêma Kuristanê Masûd Barzanî kirin bo vekirina deriyê sînorî Sêmalka.