Teqîna Stanbolê: 8 kes birîndar bûn
Li Tirkiyê di teqîna ku li bajarê Stenbolê rû dabû û 5 leşker û 3 sivîl birîndar bûn.
K24 – Stanbol
Li Tirkiyê di teqîna ku li bajarê Stenbolê rû dabû û 5 leşker û 3 sivîl birîndar bûn.
Peyamnêrê K24ê ragihand, îro danê êvarê li bajarê Stenbolê navçeya Sancaktepeyê nêzikê leşkergeha Samandirayê dema otombêla leşkerî derbas dibû otomobîlek bombebarkirî ji dûr ve hate teqandin.
Parêzgerê Stenbolê Vasîp Şahîn ragihand ku di encama teqînê de 5 leşker û 3 kesên sivîl birîndar bûne. Birîndar li nexweşxaneyan hatin veguhestin û tîmên agirkûj jî şewata piştî teqînê derketibû vemirandin. Herwiha riya Sultanbeylî û Sancaktepeyê ji veguhastinê re hate girtin û polîsan li cihê bûyerê bergiriyên ewlekariyê yên berfireh girtin.
Meha borî jî li Stenbolê navçeya Mecidiyekoyê teqînek rûdabû û 3 kes birîndar bûbûn.