Erdogan: Tirkiye dê aliyê din yê sînor ji DAIŞê paqij bike
Serokomarê Tirkiyê dibêje, Tirkiyê xwe amade dike, bo paqijkirina DAIŞê ji nêzîkî sînorê xwe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê dibêje, Tirkiyê xwe amade dike, bo paqijkirina DAIŞê ji nêzîkî sînorê xwe.
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di gotarekê de îro li Enqerê ragihand, ji ber topbarana DAIŞê ji Kilîsê re, Tirkiyê xwe amade dike, da ku deverên nêzîkî sînorê xwe li aliyê Sûriyê ji DAIŞê paqij bike.
Erdogan got jî: “Heta kengî emê rawestin, ku li kolanên Kilîsê welatiyên me ji encama aliyê din yê sînor bêne kuştin.
Ahmed Davutoglu di 4 Gulanê de gotibû, ji bo parastina ewlehiya Tirkiyê, dibe ku ew bi hêzeke bejayî derbasî Sûriyê bibin.
Ji destpêka îsal ve ta niha, di encama ketina mûşekên DAIŞê li bajarê Kilîsê 21 kesan canê xwe ji dest dane û bi dehan birîndar bûne.
Tirkiye, piştî her êrîşeke DAIŞê li ser Kilîsê, ew dever topbaran dikir, roja 8 Gulanê jî hêzeke taybet ku 20 endaman pêk dihat derbasî bakurê Sûriyê bûn û li dijî DAIŞê operesyonek kirin.