AKP û CHP li ser roja rakirina parêzbendiyan nakokin
Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê 17ê Gulanê dê li hev bicive. Di vê lihevcivînê de wê dengdana ew pêşniyara AKPê bê kirin. Bi şûnde jî wê careke din roja hevdîtina rakirina parêzbendiyan bê diyarkirin.
K24-Enqerê
Rojekê bişûndexistina hevdîtinên rakirina parêzbendiyan di nava AKP û CHPê rê li ber qeyraneke siyasî vekir. Ji bo di wê roja diyarkirî de wê parêzbendî neyê nîqaş kirin AKP Û CHPê hev suckar kirin.
Ew pêşniyara AKPê ya di warê guharandina destûrê de ku, rakirina parêzbendiyan jî dihûndirîne, ji ber kêmasiya hejmara parlamenterên AKPê, hilbijartina wê rojekê hate bişûndexistin. Ji ber kembûna hejmara parlamenterên AKPê ew pêşniyara "Hevdîtina parêzbendiyan bila roja duşembê bê kirin" jî nehate hilbijartin. Li ser wê peymana dîroka wê diyar ya rakirina parêzbendiyan AKPê, CHP sucadar kir û diyar kir ku, CHP li gorî peymanê tevnegeriya ye, wan bi HDPê re hevkarî kiriye, lewre ew ê vê meseleye di rojevê de bihêlin.
Derbarê vê mijarê Cîgirê Serokê Koma AK Partiyê Nacî Bostanci wiha got:"Roja Pênçşemê ligel ku di dengdana 2yemîn de hejmara me têrî dikir jî wekîla Serokê parlamentoyê, parlamento xiste bêhvedanê. Ev rewşeke fiîlî ye. Derveyî rêznameyê hate tevgerîn em ê li ser vê yekê rawestin."
CHPê ragihand ku, ew sucdarkirina ji aliyê AKPê ve di cih de nabînin, lê rûdana pêk hatiye ya derbarê guherîna mêweya parêzbendiyan de wek rewşeke giring dinirxînin. CHPê îdia kir ku kêmbûna hejmara parlameterên AKPê destnîşaneya wê ye ku nayêne parlamenetoyê û parlamentoyê naxebtînin, lewre asil AKPê ew peyman binpê kiriye. Herwiha CHPê ev helwesta AKPê ya derbarê hevdîtinên parêzbendiyan de ku wê di 17 û 20ê Gulanê pêk bihata, wek bêexlaqiya siyasî nirxand.
Cîgirê Serokê Koma CHPê Levent Gok wiha ji K24ê re axifî: "Di 20ê Gulanê de kampa xebatê ya CHPê heye. Me ev dîrok bi AKPyîyan re diyar kir. Em ê nîşanî wan bidin, beyî ku, ji paş ve mirov li hev bixe jî, dikare siyasetê bike. Heger ew di vê helwesta xwe de berdewam bikin ew yasayen herî hêsan jî wê nikaribin bi rehetî derkevin."
Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê 17ê Gulanê dê li hev bicive. Di vê lihevcivînê de wê dengdana ew pêşniyara AKPê bê kirin. Bi şûnde jî wê careke din roja hevdîtina rakirina parêzbendiyan bê diyarkirin.