Li Tirkiyê 16emîn Rojên Çîrokên Enqerê ya Navneteweyî dest pê kir

Di van çalakiyan de wêje û geşedana wê, dê bê nîqaşkirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c999f556-228c-4da5-b585-b3941f79a520/-RojaChirokan.ism/manifest

K24-Enqerê

Li paytexta Tirkiyê Enqerê 16mîn Rojên Çîrokên Enqerê yên Navneteweyî dest pê kir. Ev çalakî heta 15ê Gûlanê dê berdewam bike û di bernameyê de bi beşdarbûna nivîskarên navder ên Tirkiyê panel û çalakiyên wêjeyê dê bên li dar xistin. Îsal mevanê bi rûmet nivîskara navder Buket Uzuner hate destnîşankirin.

16mîn Rojên Çîrokên Enqerê ya Navneteweyî ji aliyê Komeleya Roja Çîrokên Enqerê ya Navneteweyî, Şaredariya Çankaya û Zanîngeha Enqerê ve tê organîzekirin. Di vê bernamyê de gelek şexsiyên navdar cih girtin. Dêspêka bernamyê li Zanîngeha Enqerê hate organîzekirin.

Di roja yekem ya vê bernameyê de bi navbeykariya pîyanîst Dr. Berrak Elîf Tosun û henermendê soprano Doç. Dr. Demet Gûrhan konsertek hate dayîn.

Herwiha wêjenasên navdar jî di merasîmê de cih girtin. Ligel Şaredar û Cigîrê Şaredarê Çankayayê, Serokê Zanîngeha Enqerê jî beşdarî di vê bernameya çîrokan de kirin.

Derbarê çalakiyê Serokê Komeleya Rojên Çîrokên Enqerê yê Navneteweyî Ozcan Karabulut wiha ji K24ê re got:"Geşedana çîrokan her ku diçe bi pêş dikeve. Wekî çalakiyên rojên çîrokên cihanê, ji bo pêşketîna çîrokê alîkariyê dike û bi saya vê çapxane jî zêdetir çîrok têne çapkirin. Herwiha hem çîrokên navneteweyî û hem jî çîrokên neteweyî tên çap kirin. Amanca me ew e ku bi riya çîrokan azadî û hezkirinê zêdetir bikin."

Rojnameger Harrîet Marîa Pia Insgtrom jî li ser giringiya ziman û zimanê wêjeyê axivî. Herwiha wê balkişand ser rewşa aloziya Tirkiyê, rojmanegeran û penaberan.

Rojnameger Harrîet Marîa Pia Ingstrom wiha got:"Li Tirkiyê zimanekî tund tundrav tê bi kar anîn. Bingeha vî zimanî ne li ser têkîliyek lihevkirine, lê her ber bi dijminatî û cûdati ve diçe. Divê zimanekî wêjeyî bê bikaranîn. Ji ber ku di zimanê wêjeyê de xewn û xeyal û danûstandinên aştixwazî û hevalbendiyê hene. Buket Uzuner jî di pirtûken xwe de vî zimanî bi kar tîne. "

Nivîskara navdar Buket Uzuner jî beşdarê merasîma bernameyê bû û Uzuner, li vê derê xelata rûmetiyê wergirt. Buket Uzuner di axaftina xwe de spasiyên xwe pêkêş kir û qala raboraiya xwe ya di derbarê wêjeyê de kir.

Derbarê vê yekê Nivîskar Buket Uzuner wiha ji K24ê re axifî:"Min bawer dikir ku xwedîbûna taybetmendiya helbestvan û nivîskar ji zarokatiyê tê, min bawer nedikir ku ez ê jî rojekê bibim nivîskar û helbest van. Ji ber vê yekê min beşa biyolojiyê xwend. Lê bi bandora diya xwe, min dest bi nivîsê kir. Çîroka min a yekemîn jî di kovara Varlikê de hatibû çapkirin."

Di dawiya bernameya merasîmê de listîkvana navdar Dîlara Keyfî Gûnûnç ji bo beşdaran çîroka Bûket Ûzûnerê xwend. Herwiha di rojên din yên vê bernameyê de wê çalakiyên ji bo hezkirina wêjeyê, rexnegirên wêjeyê û wêjenasên navdar yên Tirkiyê bêne sazkirin. Di van çalakiyan de wêje û geşedana wê, dê bê nîqaşkirin. Herwiha ji bo hezkirina wêjeyê bernamayên xwendina çîrokan jî hatiye danîn. Kesên ku ji guhdarîkirina çîrokan hez dike, wê bikaribe beşdarî beşa vê bernameyê bibe.