16e Serkirdeyên Cebhet El-Nûsrayê hatin kuştin

Li gor Rewangehê heta niha nehatiye zanîn ku, ew firoke yên rejîma Sûriyê bûn yan yên Rûsyayê bûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Di opersyoneke asmanî de zêdetir ji 15e serkirdeyên Cebhet El-Nûsrayê hatin kuştin.

Derbarê kuştina wan serkrdeyên Cebhet El-Nûsrayê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de wiha gotibû: "Şeva borî di encama bombebarankirina bingeha Ebo Zihûr  ku dikeve rojhelatê Idlibê 16e serkirdeyên Cebhet El-Nûsrayê hatin kuştin."

Rewangehê da zanîn ku, ew serkirdeyên rêxistina navborî di civînekê de hatibûne armanc kirin, herwiha bingeha civîna wan jî bi temamî hate ji wêran kirin.

Li gor Rewangehê heta niha nehatiye zanîn ku, ew firoke yên rejîma Sûriyê bûn yan yên Rûsyayê bûn.