Rejîma Sûriyê li Dêrazorê nexweşxaneya El-Esed kontirol kir
Ev demeke şerûpevçûnên giran li derdora bajarê Dêrazorê di navbera rejîma Sûriyê û DAIŞê de, berdewam in.
K24-Navenda Nûçeyan
Di encama şerûpevçûnên giran rejîma Sûriyê li bajarê Dêrazorê nexweşxaneya El-Esed ji bin destê DAIŞê kontirol kir.
Derbarê kontirolkirina wê nexweşxaneyê Rewangeha Sûrî ya Masfê Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de wiha got:"Berî niha DAIŞê êrîşî nexweşxaneya El-Esed li bajarê Dêrazorê kirbû, di encam de gelek karmendên wê êxsîr kirbûn.Lê piştî şerûpevçûnên giran rejîma Sûriyê careke din ew nexweşxane kontirol kir."
Rewangehê da zanîn ku, di encama wî şerî de 35 çekdarên rejîma Sûriyê hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya Rewangehê heta ku, DAIŞê rêya di navbera firokxaneya leşkerî û navendeka leşkerîn rejîmê girt, 24 çekdarên wê hatin kuştin.
Ev demeke şerûpevçûnên giran li derdora bajarê Dêrazorê di navbera rejîma Sûriyê û DAIŞê de, berdewam in.