Di roja zimanê Kurdî de panel
Di panelê de hate gotin ku, qedexeyên li ser zimanê Kurdî bê rakirin, zimanê kurdî dê bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê. Herwiha amaje bi wê yeke hate kirin ku, dê ji bo perwerdehiya zimanê Kurdî xebatên cuda cuda bidin destpêkirin.
K24-Enqerê
Di sala 1932an de rewşenbîrê Kurd Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara "Hawar"ê bi tîpên latînî dinivîse û alfabeya Kurdî ya bi tîpên latînî ava dike. Bi avakirina alfabeya Kurdî û weşandina kovara "HAWAR"ê bingeha zimanê Kurdî tê avakirin û her sal 15ê Gulanê wek "Roja Cejna Zimanê Kurdî" tê pîrozkirin.
Li paytexta Tirkiyê Enqerê di bin banê Kurd-Derê de di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de panelek hate lidarxistin. Siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û mamosteyên zimanê Kurdî beşdarî panelê bûn. Di panelê de li ser giringiya ziman, kesayet û rewşenbîrên ku, ji bo pêşketina zimanê Kurdî bûne alîkar hate rawestîn.
Di panelê de li ser wêjeya Kurdî ya ku, di nava şert û
mercên zehmet de li Bakurê Kurdistanê xwe diparêze û digel astengiyên dewleta Tirkiyê çawa pêşve diçe û kîjan astê de ye hate axaftin.
Siyasetmedar û Wêjevan Osman Ozçelî kderbarê vê mijarê de wiha got:"Wêjeya Kurdî asta îro ku, tê de ye, ji ya cîhanê kêmtir e. Gelek xwendekarên me ciwanên me çîrokên gelek xweş dinivîsin. Nivîskarên gelekî mezin derdikevin, şairên gelek mezin derdikevin. Em dikarin bibêjin îro, wêjeya me di asta ku, qalibên xwe bi qetîne û bigihîje asta wêjeya dinyayê û bi wêjeya dinyayê re bimeşe. Em pir kêfxweş in. Cejna Zimanê Kurdî 15ê Gulanê roja ku "Hawar" hatiye weşandin. Em bi vê munasebetê mîrê Kurdan Mîr Celadet Elî Bedirxan, mîrê nivîskarê Kurdan, serokê me, mezinê me, em careke din bi rehmet bibîr tînin."
Zimanê Kurdî bi salan li Bakurê Kurdistanê axaftina wê qedexe bû. Niha jî li destûra bingehîn ya dewleta Tirkiyê de zimanekî ku, nayê fêmkirin tê bilêvkirin û kolan û parlementoya Tirkiyê de axaftina bi zimanê Kurdî dibe sedema pevçûnan. Di gel vê yekê dîsa jî zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê xwe parastiye.
Nivîskar Adar jiyan wiha ji K24ê re axifî:"Îllem ziman. Her tişt li ser hîmê ziman û girêdayî ziman dişêwe. Ji bo wê giringdayîna zimên girîngdayîna jiyanê ye. Giringdayîna hunerê ye, giringdayîna wêjeyê ye û giringdayîna hemû qadên jiyanê ye."
Mamosteyên zimanê Kurdî yên ku, beşdarî panelê bûn bal kişandin li ser perwerdehiya zimanê Kurdî û diyar kirin ku, li Tirkiyê û bajarên Bakurê Kurdistanê heta niha tu di dibistanan de perverdehiya zimanê bi Kurdî bi awayekî fermî nehatiye dayîn.
Derbarê vê yekê Mamosteya Zimanê Kurdî Ferîde Akturan wiha got:"Dema ku, em tevahiya Tirkiyê binêrin mirov nikare behsa perwerdehiya zimanê Kurdî bike, perwerdehiya Kurdî qedexe ye. Tenê em bi serê xwe li taxan bi dilxwazî qursan didin ev yek jî perwerde nayê hesibandin. Kedeke mezin heye, em bingeha wê amade dikin. Xebat heye û li Kurdistanê du sê dibistanê me jî hene ku, perwerdehiya Kurdî didin."
Di panelê de hate gotin ku, qedexeyên li ser zimanê Kurdî bê rakirin, zimanê kurdî dê bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê. Herwiha amaje bi wê yeke hate kirin ku, dê ji bo perwerdehiya zimanê Kurdî xebatên cuda cuda bidin destpêkirin.