Qamişlo: Roja Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

li Qamişlo Roja Zimanê Kurdî ji aliyê sazî, kesayet û navendên tevgera siyasî ve bi merasîmên cuda cuda hate pîrozkirin. Ev yek tê, piştî ku derfet û rê li pêş welatiyên rojava hate vekirin, ku zimanê dayikê bi şêweyekî aşkere bixwînin û fêrî elfabeya ziman bibin, dûrî tirs û çavdêriya hêzên ewlehiyê yên rêjîma sûriyê ve.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/bab98b6d-8ad9-45db-a40d-eaca487f424b/Roja%20Ziman%20Qmishlo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

li Qamişlo Roja Zimanê Kurdî ji aliyê sazî, kesayet û navendên tevgera siyasî ve bi merasîmên cuda cuda hate pîrozkirin.
Ev yek tê, piştî ku derfet û rê li pêş welatiyên rojava hate vekirin, ku zimanê dayikê bi şêweyekî aşkere bixwînin û fêrî elfabeya ziman bibin, dûrî tirs û çavdêriya hêzên ewlehiyê yên rêjîma sûriyê ve.

Endamê Komîta Nefel ya Saziya Zimanê Kurdî Hekîm Ehmed bi vê hilkeftê ji K24ê re axivî û got: “Ji destpêka şoreşê ve, meraqa fêrkirina ziman ji aliyê welatiyan ve çêbû, ta gihişte asta ku li ber roniya mûmeyan hindek xuleyên ziman bi rêve çûn, lê niha bêtir daxwaz li ser rêziman û rastnivîsê heye.”

Di van her pênc salên dawî de bi dehan navend û sazî û nivîsîngehên perwerdeya Zimanê Kurdî hatine vekirin. Herweha Rêveberiya Xweser di sala borî de, rêbazên hersê polên seretayî li dibistanên rojava bi Zimanê Kurdî da xwendin.

Welatiyê bi navê Ebdulezîz bavê Kawa jî dibêje: “Zimanê me yê dayikê ye, eger em ji berê ve hînî zimanê xwe bûbana, wê çaxê meyê zarokên xwe jî fêr kiribana, lê ji nîvê rê de jî mirov vegerê ne poşman e.”

Mamosteya Zimanê Kurdî Canda Erefat di vê derbarê de axivî: “Berê derfet nebû ku em fêrî zimanê xwe bibin, lê niha ew derfet hatiye, êdî xelk tevlî xuleyên fêrkirina ziman dibin û ev jî cihê şanaziyê ye.”

Yekemîn car ezmûnên şagirtan li Rojavayê Kurdistanê di hersê polên seretayî de bi zimanê kurdî birêve çûn. Herwiha pemangehên zanistên perwerdehiya mamosteyan jî hatine vekirin.

Li gorî hin şopîneran, tevlî hindek nakokiyên siyasî û têbîniyên li ser rêbazên Rêveberiya Zweser, lê wê bibe sedemeke giring ku Zimanê Kurdî pêşve here û ji windabûnê were parastin.

 

 

Fly Erbil Advertisment