Serokê CHPê li Wanê rojevênTirkiyê gotûbêj kirin

Di civînê de, serokên 81 bajarên CHPê tê de beşdarî kirin.

K24-Wan

Serokê CHP yê giştî Kemal Kiliçdaroglu li Wanê bang li serokên 81bajarên CHP kir.

Kemal Kiliçdaroglu yê Serokê Giştîyê CHPê, ji bo civînên xwe yên xebatê bo du rojan çû bajarê Wanê.Kemal Kiliçdaroglu di civîna ku, serokên 81 bajarên CHPê tê de beşdarî kirin, li ser rojevaTirkiyê û aloziyên ku, berdewam dikin axivî.

Kemal Kiliçdaroglu yê Serokê Giştîyê CHPê li bajarê Wanê yê bakurê Kurdistane Civîna Serokên Bajaran li dar xist. Kemal Kiliçdaroglu li Wanê,  ji aliyê Mehmet Kuyrukçu yê Serokê Bajarê Wanê yê CHPê û partiyiyan ve li Firokexaneya Wanê ya binavê  "Ferît Melen" hate pêşwazî kirin.

Civîna ku, bi diruşma "Em TirkiyekeYekgirtî Dixwazin" li dar ket, li ser pirsgirêkên rojeva germ a Tirkiyê haterawestan. CHPê bi vê kombûnê ku, bi 81 serok bajarên CHPê hat saz kirin,xwest ku, bibêje vaye em hemû bi hev re ne.Dicivîne de şer û aloziyên li bakurê Kurdistanê ku, berdewam dikin û babetên wek parêzbendî û sekularî hatin gotûbêj kirin.

Kemal Kiliçdaroglu Serokêgiştîyê CHP wiha got:

"Çawa çêbû ku,Tirkiyê di nava14 salan de bi carekê re ket nav şepola xwînê?!Ev dîmen kê xist ber çavên welatiyênTirkiyê? Divê ku, birayên min yê Colemêrgî birayên min yê Stenbolî jî van pirsan bikin.Çanda herî dewlemend ya dîrokî li Wanê ye. Çima li çiyayên Wanê,li zozanên wê tu geştyart une ne,ji ber çi nayên? Hemû ji ber teqînên ku, liTirkiyê rû didin.Tirkiye di dîroka xwe de tûşî qeyrana here kûr bûye.Ji bilî wan tiştan ji aliyê din Serokê Parlementoyê di bêje ku, dive sekularî ji nav destûra bingehîn derkeve.Misilmanan bi misilmanan didin kuştin û piştre radibin dibêjin ku, em ê sekulariyê rakin.Zextan li me dikin,bawer dikin ku, em ê bitirsin,dibêjin em êfezlekeyan li ser we çê bikin, le belê em ji we natirsin."

Di civîne de amaje bi we yekê hate kirin ku, ev rewşa ku,Tirkiye têde ye tenê dikare bi deste yek partiye bê guherîn û ew jî CHP ye. Herwiha hat diyar kirin ku, divê ev şerê giran raweste da ku, gelên li bajarên rojavayêTirkiyê û gelên li bakurê Kurdistanê bikaribin bên cem hev.

Endamêparlemenapartiyê ya CHP Yildirim Kaya wiha axifî: "Birînên erdhejê tên derman kirin,lê belê birîna gulleyan nayên derman kirin. Malên ku, di erdhejê de herifîne mirov dikare wan avahiyan ji nûve ava bike lê bele pêngava ku, diçe wê dewletê ji hev veqetînê ne mumkin e ku, mirov çareser bike û pêşiya vê bigre.Ev şerê ku, li vê dewletê berdewam dike partiya CHPê dikare rawestîne.Tenê CHPdikare kêşeya kurd çareser bike û da hemû welatî wek hev bi hevre bijîn."

Herwiha di civîne de hate gotin ku, aloziya herî mezin di birêvebirinaTirkiyê de ye û rewşa akademîsyenan jî divê çarçoveyê de hat nirxandin. Bi awayekî giştî peyama ku, ji kombûna CHPê derçû jî ew bû ku, em ji welatê xwe hez dikin, wek me bifikirin an jî ne fikirin rêzdariya wan ji fikrê hemû kesan re heye û daxwaza wan ew e ku, hemû mirov bikaribin fikrên xwe bê tirs bînin ziman.