Li Tirkiyê rojnameya Yenîyûzyilê tê girtin

Rojname bi nêzikahiya xwe ya ji Ahmet Davutoglu tê nasîn.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyeyê rojnameya Yenîyûzyilê hate girtin.

Di demên dawî de hejmara girtina sazî û dezgehên medyayê zêde dibe.  Yek ji wan jî rojnameya Yenîyûzyilê ye û piştî îstifaya şewirmendê wê rojnameyê Atîlla Gûner bi manşeta ev ne veqetîne, fatîha ye dawî li weşana xwe anî.

Xwediyê rojnameyê Mansur Topçuoglu jî diyar kir ko wî hewl daye ko rojnameyek azadîxwaz û demokrat dêrxe ûdi vê çarçoveyê de gihiştiye armanca xwe. Lêbelê ew bi zextan re rû bi rû mane.

Girtina rojnameya Yenîyûzyilê a piştî dev ji kar berdana Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu bale dikişîne li ser xwe. Ji ber ku, rojname bi nêzikahiya xwe ya li Ahmet Davutoglu tê nasîn.