Gelo Almanya wê jenosîda Ermeniyan qebûl bike?

Di sala 1915an de sedan hezar Ermenî ji aliyê rêveberiya Tirkan a wê demê ve hatibûn kuştin. Gelek welat vê bûyerê wekî jenosîd penase dikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Parlementoya Elmanyayê xwe amade dike ku, jenosîda Ermeniyan qebûl bike.

Li Meclîsa Federal ya Almanyayê de du rêxistinên wekî Partiya Kesk û Yekitiya Xiristiyanan derbarê jenosîda ermeniyan de pêşniyarek dan. Li gor wê pêşniyarê tê xwestin ko parlementoya Elmanyayê kuştin û bûyerên di sala 1915an de dema osmaniyan de bi ser Ermeniyan de hatiye wekî jenosîd were qebûlkirin.

Derbarê mijarê de Hevserokê Partiya Keskan Cem Ozdemîr diyar kir dibe ko ew êdî bi Tirkiyê re lihevnekin û rastî pirsgirêkan werin. Lêbelê ew li hemberî zextan dê berxwe bidin. Dê pêşniyar di 2ê Hezîranê de li Parlementoya Almanyayê were nirxandin.

Di sala 1915an de sedan hezar Ermenî ji aliyê rêveberiya Tirkan a wê demê ve hatibûn kuştin. Gelek welat vê bûyerê wekî jenosîd penase dikin.

Herî dawî jî sala par Avusturya Komara Çek û Sûriyê kuştina Ermaniya wekî jenosîdek qebûl kiribûn.