Pintagon: Daişê li Îraqê nîve ya ax a dagîrkirbûn ji dest daye

Wezaret a berevanî Emerîkayê(Pintagon) ragehand: Rêkxistî ya Daişê nêzîkî nîve ya dever ên jêr dest xwe ji dest daye, lê zîyan ên wan li Sûryayê kêmtir giringin.

K24 - Hewlêr

Wezaret a berevanî Emerîkayê(Pintagon) ragehand: Rêkxistî ya Daişê nêzîkî nîve ya dever ên jêr dest xwe ji dest daye, lê zîyan ên wan li Sûryayê kêmtir giringin.

Li gor ajans a Firans Pirês, gotebêjê berevanî ya Emerîkayê, Pîter Kûk, di kongireyek a rojnamevanî de, ragehand: Rêkistî ya Daişê nêzîkî 45% ji dever ên jêr dest ê xwe li Îraqê ji dest daye û Daiş li Suryayê di navber a 16-20% dever ên jêr dest ê xwe  ji dest daye.

Ev di demekê de heye ku duhî, Nwêner ê serok ê Emerîkayê di Hevpeymanî ya Nêvdewletî de li dijî Daişê, ragehand: Daiş li Îraq û Suryayê bi paşve diçe û nêzîk bûye ji navçûnê.

Di kongireyek a rojnamevanî de, li Emman a paytext a Ûrdinê, Birêt Mekgork, nwêner ê Barak Obama, serokê yê Emerîkayê,  di Hevpeymanî ya Nêvdewletî de li dijî Daişê, aşkera kir ku Daiş roj bi roj ber bi paş ve diçe li Îraq û Suryayê û ji navçûn a wê nêzîk bûye.

Nwêner ê serok ê Emerîkayê got jî: Hevpeyman ên Hêvdewletî ne tenê di enî yên şerr de ber pêşve  diçin, lê li ser Internêt û bi taybetî jî tor ên Tiwîter û Fêsbûkê şîyane bi ser hewl ên Daişê bo belvkirin a pirûpagindeyande re bi serkevin.

Ev axivtin ên Mekgork di dem a kongireyek a rojnamevanî de bûn li gel şah Ebdpûllah şah ê Ûrdinê ku duhî serdan a Emmanê kiribû.