348 parlementer rakirina parêzbendiyan erê kir

155 parlementer jî li dijî rakirina parêzbendiyan derket.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Li parlementoya Tirkiyeyê xalên parêzbendiyê hate nirxandin û di encama xula yekem de 348 parlementer erê kir.

Di lijneya giştî ya parlementoya Tirkiyeyê de derbarê nirxandina xalên parêzbendiyan de parlementer dengên xwe bikaranîn.

Di dengdayînê de 536 parlementer deng da. Ji wan 348 parlementer dengên erê bikanîn. 155 parlementer jî li dijî rakirina parêzbendiyan derket. Herwiha 25 dengên vala bikaranîn 8 parlementer jî bêbiryar man. Ev encamp rê vedike ku, rakirina parêzbendiya parlementeran li parlementoya Tirkiyeyê were nirxandin.

Di xula dûyemîn de ger 367 parlementer dengên erê bikarbînin pêwîstî bo referandrûmê nîne. Ger Serokomar Erdogan vê encamê erê bike dê parêzbendiya parlementeran were rakirin. Lêbelê dengên erê navbera 367 û 330an de be wê demê ji bo rakirina parêzbendiyan pêwîstiya referandrûmekê heye.