Tirkiyê tometên Rûsyayê redike
Lavrov gotibû ku, Tirkiye piştevaniya DAÎŞî dike.
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derva yê Tirkiyeyê Mewlût Çawûşoglu dibêje ger Rûsya delîlek nîşan bide ku Tirkiye piştgiriya DAÎŞê dike ew ê dev ji karê xwe berde.
Li paytexta Nemsayê Vîyanayê di pêşengtiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Rûsyayê û beşdarbûna 20 welatan de civîneka bi navê ``Koma Piştevaniya Sûriyê ya Navneteweyî birêve çû.
Di wê civînê de navbera Wezîrê Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Mewlût Çavûşoglû de devjengiyek balkêş rû da. Lavrov got Tirkiye piştevaniya DAÎŞî dike.
Li ser vê yekê Çavûşoglu bersiva Lavrov da û got hûn dîplomatek mezin in. Pêwîst e Lavrov gûh nede îddiayên wekî Tirkiye piştgiriya DAÎŞê dike. Ger Lavrov îspat bike ku, Tirkiye piştevanê DAÎŞê ye û delîlek nîşan bide ew ê dev ji karê xwe berde.