Windabûn a firokeyek a Misrî bi 66 swarvanan ve

Kompanya ya Firokevanî ya Misrê ragehand: firokeyek wê ku 66 swar hilgitibûn li perde yên radar wida bû dema gehiştîye nav asman ê Misrê.

K24- Hewlêr

Kompanya ya Firokevanî ya Misrê, evro sipêdyê ragehand: firokeyek wê ku 66 swarvanan hilgitibû li ser perde yên radar winda bûye di dema gehiştîye nav asman ê Misrê de.

Ev firoke ya misrê ji Parîsê ve ber bi Misrê ve dihat demjmêr 00:45 bi dem a Giriniç û biryar bû demjmêr 01:45 bigehe Misrê, lê negehişt û bereber ê sipêdeyê li ser perde yên radarê winda bûye.

Herweha Royterz belav kir ku ew firoke li bilindahî ya 37 hezar pîyan bûye û piştî ku bi 10 mîlan hatîye nav asmanê Misrê li ser Derya ya Navîn winda bûye û tîm ên firyakevtin û rizgarkirinê niha hewl didin firokeyê vebînin.