"Eger dengê pêwîst nehata bidesxistin dê referandûm bihata kirin"
Duh,li parlementoya Tirkiyeyê yasaya rakirina parêzbendiyan bi 376 dengan hate pejirandin.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan derbarê rakirina parêzbendiyan de diyar kir ku, êdî pêwîstî bo referandrûmê nemaye. Ger encama parlementoyê referandûmê diyar bikira dê welatiyên Tirkiyeyê bi rêjeyek mezin derseka baş bida wan.
Erdogan duh, li bajarê xwe Rîzeyê di xelatdayîna Jûreya Bazirganiyê de gotarek pêşkêş kir û li ser encama rakirina parêzbendiya parlemkenteran de got ger dengê pêwîst nehata bidesxistin û dê referandûm bihata kirin. Wê demê jî ji sedî 80ê welatiyan rakirina parêzbendiyan dê rê bikirana.
Duh,li parlementoya Tirkiyeyê yasaya rakirina parêzbendiyan bi 376 dengan hate pejirandin.