Gelo li Tirkiyê wê dîmenên sala 1994an dubare bibin?

Van daxuyaniyên li parlamentoyê hatin dayîn wekî destpêka proseseke dijwar hate şirovekirin. Herwiha egera dûbarekirina prosesa sala 1994an an jî proseseke mîna wê gelekî xurt tê nirxandin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/36ac0742-cdbb-48cb-9cc3-c8a37540fc50/GeloDeHeyamaSala1994anDubareBike.ism/manifest

K24-Enqerê

Li Tirkiyê bi rakirina parêzbendiyan re nîqaşên li ser gelo wê dîmenên ne demokratîk yên sala 1994an dûbere bike yan na dest pê kir. AK Partî red dike ku, dê ew heyam dûbere bike, lê CHP û HDP dibêjin ew heyam dest pê kir jî.

Piştî pejirandina guhertina yaseyî ya bo rakirina parêzbendiyan, nûnerên partiyan bersiv da pirsa ; "gelo dê wekî sala 1994an cardin polîs bi darê zorê parlamenteran bigire an an?"

Cîgirê Serokê Koma AK Partiyê Bûlent Turan rakirina parêzbendiyan wekî "Piştrastbûna Tirkiyê" nirxand û îdiayên dûbarekirina prosesa sala 1994an jî red kir.

Derbarê vê mijarê Cîgirê Serokê Koma AK Partiyê Bûlent Turan wiha got:"Parlamentoyê bi ya xwe kir. Daxwazên gel bi cih kir. Ji niha û pê de berpirsiyarî dikeve li ser darazê.  Ez mafdar nabînim ku biryara derketina derveyî welêt were dayîn û ev proses û prosesa 1994an were qiyaskirin."

CHPê helwesta xwe ya darberê dengdayîna rakirina parêzbendiyan jî wekî demokrasiya di nava partiyê dinirxîne û dibêje heger referandûmek bihataya lidarxistin dê hawîna Tirkiyê bi berberîbûna siyasî derbas bibaya. Herwiha CHPê da zanîn ku ew ê rê nede wê yekê ku bûyera sala 1994an dûbare bike.

Derbarê vê yekê Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel wiha axifî" Ji niha û pê de dê çi bibe em ê bi hev re bibînin. Em ê di helwesta xwe de ya rêzgirt ji bo hiqûq û mafên mirovan, berdewam bin. Çûn an neçûna parlamenteran ya bo îfadedayînê, biryareke bi sazûmaniya partiyê ve girêdayî ye ku hêj me ew biryar neda ne. Em ê vê yekê di kombûna xwe ya li Antalyayê binirxînin"

Piştî biryarê HDPê hemû parlamenterên xwe kom kir û biryar nirxand. Paşê her du Hevserokên Partiya Demokratîk ya Gelan Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag her sê partiyên muxalefetê sûcdar kirin ku rê li ber biryareke darbeyî vekirine û careke din dûbare kirin ku ew ê tu parlamenterên wan neçin îfadedayînê.

Herwiha Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demîrtaş wiha got:"Ez ji niha ve bangî dozgeran dikim. Em ê bi hêsanî neyên bo îfadedayînê. Pêwîst e hûn biryara girtin an zindankirinê bidin. Parlamentoyeke bi fermana Qesrê dixebite heye. Em ê nebin fîgûran di destê wan de."

Van daxuyaniyên li parlamentoyê hatin dayîn wekî destpêka proseseke dijwar hate şirovekirin. Herwiha egera dûbarekirina prosesa sala 1994an an jî proseseke mîna wê gelekî xurt tê nirxandin.